Wezareta Cengê ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Cengê Pete Hegseth, roja Duşemê, 24'ê Tebaxê, di çarçoveya gerên xwe yên bi navê “Arsenal of Freedom” de, serdana wîlaytên Nebraska û Wisconsin dike.
Armanca vê gerê bihêzkirina pîşesazîya parastinê, zêdekirina hilberînê û bilezkirina dabînkirina amûr û alavên pêwîst ji bo hêzên çekdar ên Amerîkayê ye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Cengê, Hegseth dê serdana bargeha Fermandarîya Stratejîk a Welaytên Yekbûyî li Omaha, Nebraska bike. Dû re jî li Wisconsinê dê bi karmend û rêvebirên Kompanîya Oshkosh re bicive.
Wezaret dibêje ku gera “Arsenal of Freedom” armanc dike ku şîyanên hilberîna Amerîkayê ji nû ve zindî bike û hêza leşkerî ya welat bihêz bike. Wezaretê herwiha dide xuyakirin ku ew bawer e ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê û aştîya cîhanê bi hêz û bileziya bingeha pîşesaziya parastinê ya Amerîkayê ve girêdayî ye.
Yek ji armancên din ên vê bernameyê ew, ji nû ve avakirin û berfirehkirina bingeha pîşesazîya parastinê ye. Ev yek ji bo pêşxistina siyaseta Serok Donald Trump û Wezîr Hegseth ye ku li ser prensîba “Aştiyê bi rêya hêzê” hatiye avakirin.
Wezareta Cengê hêza kar û şîyana hilberîna Amerîkayê wekî bingeha hêza neteweyî binav dike û dibêje ku karmendên vê qadê, ligel hêzên leşkerî, roleke rasterast di bihêzkirina ewlehiya welat de dilîzin.
Herwiha, gera Hegseth girîngîyê dide rêbaza nû ya hukûmetê ji bo kirîn û dabînkirina amûrên parastinê. Di vê çarçoveyê de, hukûmet dixwaze hin gav û astengiyên îdarî kêm bike, desthilata rêveberên bernameyan zêde bike û peymanên dirêjdem ji bo pîşesaziyan pêşkêş bike, da ku veberhênanê pal bi de û şîyanên hilberînê di qadên leşkerî yên pêwîst de berfireh bike.
Wezareta Cengê ragihand ku armanca dawî ya van guherînan avakirina sîstemeke pîşesazîya parastinê ya çalak û bersivdartir e, ku bikaribe di dema pêwîst de alav û amûrên pêwîst ji bo hêzên Amerîkayê dabîn bike.