Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di daxuyaniyekê de got, rejîma Îranê dixwaze di rêyeke avî ya navneteweyî de mayînaa deyne, êrîşî keştîyên bazirganî bike, bacên neqanûnî bistîne, alîkarîyên mirovî asteng bike, û dû re Amerîka ya ji NY xwestîye Îranê rawesine, bi mebestên siyasî tawanbar dike.
Waltz ev daxuyanî şeva Çarşemê wek bersivek li ser daxuyanîyeke rejîma Îranê li ser tora civakî ya X'ê belav kiribû.
Nûnerê Rejîma Îranê gotbû, “Çareserîya bi tenê ya Tengava Hormuzê, dawîanîna şer e, rakirina dorpêça deryayî û nûavakirina rêya deryayî a normal e,” û tevgera Amerîkayê wekû "mebestên siyasî” nav kir.
Waltz got, “Azadîya deryayî bingeheke serekî ya aştî û geşepêdana cîhanî ye. Îran wê wek milkê xwe dihesibîne.
Wezareta Derve ya Amerîka roja Sêşemê 5ê Gulanê ragihand ku li ser fermana Serok Donald Trump, Amerîka ligel Behrêyn û hevlbendên din ên welatên kendavî bernivîsa biryarekê ji bo civata ewlehkarî ya Neteweyên Yekbûyî amade kirine da ku azadîya keştîvanîyê li Tengava Hormuzê biparêzin.