Raport: Amerîka û Îran ji Dirêjkirina Agirbestê bo 60 Rojî Nêzîk in

IRAN-NUCLEAR/USA

Rojnameya Financial Times îro Şemîyê, li gorî zanyarîyên ku ji kesên agahdar li ser danûstandinan wergirtine, dibêje, ku navbeynkarên danustandinên Amerîka û Îranê bawer dikin ku ew nêzîkî rêkeftinekê ne ji bo dirêjkirina agirbesta Amerîka û Îranê bo 60 rojan û destnîşankirina çarçoveyekê ji bo danûstandinên li ser bernameya navokî ya Tehranê.

Financial Times zêde kir ku beşek ji rêkeftin dê li ser vekirina gav bi gav ya Tengava Hormuz be, herwiha li ser kêmkirin yan veguhestina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê, li gel gavên Washingtonê ji bo siskirina dorpêça benderên Îranê û sistkirina cezayan.

Li alîyekî din ve û li gor malpera Axios, Serokê Amerîka Donald Trump îro Şemîyê got, ew dê bi şîretvanên xwe re li ser reşnivîsa dawî ya Îranê bicive û dibe ku heta sibe Yekşemê biryarekê li ser destpêkirina şer bide.

Serokê Amerîka gotbû ku “Yan emê bigihîjin rêkeftinek a baş, an jî ezê wan ji holê rakim.”