Amerîka 8 Kompanîyên Kenedî li ser Hevkarîya ligel Îranê Ceza Dike

Avahîya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkay.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka gereke din a cezayên dijî Îranê ragihand ku heşt kompanîyên xizmetên darayî yên Kenedayê xistin nav lîsteya cezayan.

Li gor daxuyanîyeke Ofîsa Kontrola Darayî ya Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ku do Înê belav bû, heşt kompanîyên Kenedayî hatine cezakirin, wekî beşek ji Operasyona Îzolekirina Aborî ya dijî rejîma Îranê.

Wezareta Xezîneyê got ku wan kompanîyan rolek di xurtkirina rejîma Îranê û sazîyên din ên girêdayî rejîmê û alîyên neqanûnî heye, ku bi karê veguhestina samanan li hundir û derveyî Îranê dikin.

Li gorî daxuyanîyê, ev gav bi hemahengî ligel Tora Bicîhanîna Tawanên Darayî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîka û Navenda Kenadeyî ya Şirove û Raportkirina Pêvajoyên Darayî pêk hat.

Di meha Tebaxê de, Wezareta Xezîneyê “Operasyona Îzolekirina Aborî” destpê kir da ku hêlên jiyana aborîya rejîma Îranê û Pasdarên wê, qut bike.