CENTCOM: 130 Roj in ku Dorpêça Amerîkayê li ser Îranê Berdewam Dike

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM ) ragihand ku îro 130 roj li ser dorpêça Amerîkayê li ser Îranê de derbas dibe.

Di daxuyanîyekê de li ser X'ê îro Şemîyê, CENTCOM got ku endamên hêzên çekdar ên Amerîka “Bi baldarî, biryardarî û rehwanî” berdewam in li ser cîbicîkirina dorpêçê û bi vê yekê rêya henardekirina petrolê bi milyaran dolaran li ber Pasdarên Îranê digire.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku rêveberîya Serok Donald Trump rijd e li ser domandina givaştinên xwe yên aborî û leşkerî û dibêje ku van gavan gihîştina Tehranê bo çavkanîyên darayî sînordar kiriye.

Serokê Amerîkayê piştî serdana xwe ya bo Fîlîpîn û Çînê û civîneke sêalî bi serokên Çîn û Rûsyayê re, roja Înê li Koşka Sipî got ku “Em peymaneke rastîn ji bo dawîanîna şer dixwazin, ne peymaneke sexte."