Bessent: Armanca Sizayên Amerîkayê Ewe ku Îranê Bînin ser Maseya Danûstandinan

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent roja Duşemê got ku armanca sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê "afirandina şert û mercan e ku Îran amade be ku were ser maseya danûstandinan."

Di hevpeyvînekê de bi kanala CNBC re, Bessent tekez kir ku plana Amerîkayê ya ji bo xendiqandina aboriya Îranê ye, bi rêya sizayên aborî, û plan dikare ser bikeve eger Çîn (ku hevkara herî mezin a bazirganiyê û kirîna petrola ranê ye) piştgiriyê bide wê an jî nede wê.

Bessent her wiha got ku Amerîka û Çîn li ser gelek tiştan li hev dikin lê li ser Îranê nakok in.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di civîna wezîrên darayî yên koma G20 û rêveberên bankayên navendî de li wîlayeta North Carolina ji rojnamevanan re got ku Îran sizayên Amerîkayê pir cidî digire û niha bi tundî bersiv dide ji ber ku ew zirarên aborî dikişîne.

"Ez bawer dikim ew bi tundî bersiv didin ji ber ku ew ji hêla aborî ve rastî ziyanê hatine," Bessent got.