Bessent: Me Tîm Şandine Cihanê da Fişarên Aborî li ser Tehranê Zêde Bikin

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku wî tîm şandine deverên cuda ên cîhanê da ku hemû welat bibin alîkar di sepandina tedbîrên Amerîkayê de ji bo îzolakirina aborî ya Îranê, û pêşwazî kir li rêze biryarên ku bank û kompanîyên firokevanî yên Îranê kirine armanc.

Bessent li ser platforma X'ê nivîsand: "Bi rêberîya min, tîm hatine şandin bo cîhanê da ku bi welatan re têkilîyan daynin û daxwaza tedbîran li dijî rejîma Îranê bikin."


Wî herwiha diyar kir: "Ev hewildan berhemên xwe didin." Bessent behsa biryara Tirkîyê û Omanê kir ku geştên kompanîya taybet a Îranê "Mahan Air" dane rawestansdin, ji bilî ku Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb hemû geştên kompanîyên firokevanîyê yên Îranê qedexe kirin.

Wezîr Bessent bal kişand ser wan tedbîran ku bankên Îranê dikin armanc û destnîşan kir ku "heta serokatîya Îranê jî dizanît bandorên cezayên aborî yên şer, ji ber ku nirxê riyal daket asta herî kêm a dîrokî."

Bessent dîsan got, "Ez spasîya hikûmetên Brîtanya, Tirkîyê, Oman û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb dikim. Em ê bi hev re bixebitin, ji ber ku hîn gelek tişt hene ku bên kirin da ku pêşî li Tehranê bê girtin ku ajendeya xwe ya terorîstî pêk bîne. "