Associated Press: Amerîkayê li Çend Armancên Îranê Xist

Associated Press şeva Duşemê l iser Sêşemê, li gorî berpirsek Amerîkî, ragihand ku Amerîkayê li dijî hin armancên Îranî li Tengava Hormuzê xistîye û weke êrîşek berevaniyê ya sînordar pêk anîye.

Televizyona dewletê ya Îranê berê ragihandibû ku dengê teqînan li girava Qeşm'ê hatiye bihîstin.

Di heman demê de, kanala Telegramê ya Wahid Online, ku nûçeyên têkildarî êrîşên li ser Îranê û rewşa navxweyî ya welêt dişopîne, çend demjim,êr berê agahiyên nêzîkî vê nûçeyê belav kiribûn.

Ew berpirsê Amerîkî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got ku hêzên Komara Îslamî ya Îranê bûne armanc piştî ku moşek li dijî aalav û bingehên leşkerî yên Amerîkayê hatin avêtin.

Li gorî agahiyên heyî, ev êrîş sînordar bûn û di demeke hestiyar de hatin pêkanîn, ku Amerîka hilbijartinên giring ên nîvdemê encam dide.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê jî gotibû ku Washington destûrê nade Komara Îslamî ya Îranê ku çekên navokî bi dest bixe.

Hêzajî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berî êrîşê gotbû ku dibe lêxistina derbeyeke giran li Komara Îslamî ya Îranê pêwîst be. Ev axaftinên serokê Amerîkî Di demekê de tên ku tê gotin navbeynkarên herêmî hewl didin pêşî li şerekî nû di navbera Washington û Tehranê de bigirin.