Rubio: Dorpêça Aborî li Dijî Îranê Gihîştiye Armance Xwe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku cezayên aborî û dorpêça deryayî ya li ser Îranê ewqasî bi bandor in ku pêwîstî bi pêkanîna operasyonên leşkerî yên mezin nîne.

Rubio li Parîsê piştî civînên G7 got: "Êşa aborî ya ku niha li ser Îranê, li ser wê rejîmê tê ferzkirin, awarte ye. Ew kom dibe, her roj mezin dibe. Ev cezayên aborî bi demê re xirabtir dibin, bi derbasbûna demê re bi êştir dibin. Ev hemû ji ber wê yekê ne ku ev rejîma radîkal a dîn vê yekê li ser gelê xwe ferz dike."

Rubio herwiha diyar kir ku karbidestên rejîma "welatê xwe xera dikin. Îran dixwaze rêkeftinekê çêke. Pirsgirêk ew e ku mercên ku ew datînin ne meqûl in. Ew ne cidî ne jî. Lê ev yek dikare biguhere. Di dawîyê de, mirov neçar e ku bixwe."

Rubio tekez kir ku: "Pêwîstîyek bi encamdana lêdanên leşkerî nîne eger em bi rêbazên aborî û zexta aborî heman armancê bidest bixin. Ev ne rêyeke girtî ye. Îranê qet di jiyana xwe de wekî îro nebû ku êdî nikare enerjîya xwe li bazara cîhanî bifiroşe."

Rubio herwiha li ser destwerdanên rejîma Îranê anî ziman: "Li pişt her yek ji van çalakîyên têkder ên li Rojhilata Navîn, yek faktorê hevpar heye: Rejîma Îranê. Ew li pişt hemû nearamîya herêmê ne. Ez bawer im ku welatên herêmê jî vê yekê têdigihêjin."