Rubio Dibêje Amerîka Êrîşên Leşkerî yên Nû li Dijî Îranê Nake

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ragehand ku di vê qonaxê de Amerîka êrîşên nû li ser Îranê nake, lê fişarên din dê dom bikin.

Malpera Axios diyar kir ku Wezîr Rubio ji çend Wezîrên Derve yên Welatên hevalbendên navneteweyî re gotiye ku Washington, “ji bo niha”, plan nake ku êrîşên nû li dijî Îranê bike. Li şûna êrîşên leşkerî, wê fişarên li ser Îranê bi rêyên din, di nav wan de jî cezayên nû, zêde bike.

Li gorî berpirsêk Amerîkî û çavkaniyek din a agahdar ji mijarê, Rubio di axftinên xwe de bi rêya telefonê ji wezêran re, siyaseta niha ya rêveberiya serok Trump a li hember Îranê şirove kiriye.

Di çarçoveya vê siyaseta nû de, Amerîka plan dike ku bi dorpêça deryayî û sepandina cezayên nû yên aborî fişarê li ser Îranê zêde bike. Di heman demê de, Washington dixwaze Petrola herî zêde ji Tengava Hormuzê derbas bike û bigihîne bazarên enerjiya cîhanî.

Berpirsêkî din ê Amerîkî got ku tê pêşbînkirin ku ev siyaseta Washingtonê herî kêm heta piştî hilbijartinên Nîv-Demê (Midterm)ê, yên Amerîkayê bidome. Li gorî wî, piştî hilbijartinan, dibe ku operasyona leşkerî ya nû li dijî Îranê dîsa were rojevê.