Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê bi rêya telefonê ji bernameya The Glenn Beck re got, "Em ê di demek nêzîk de serkeftinek mezin li dijî Îranê bi dest bixin."
Trump li ser rewşa tenduristiya Rêberê Bilind yê Îranê Mucteba Xamineyî diyar kir û got: ''Aliyê çep ê laşê wî bi awayekî xirab birîndar bûye, lê ez wisa bawer dikim ku ew di nava jiyanê de ye û nemiriye.''
Trump herwiha li ser Tengava Hormuzê axivî û got: ''Tengav vekirî ye û tenê şeva borî me 22 keştiyên Îranê têk birin.''
Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanî di demekê de tên ku Amerîkayê ambargoyeke aborî ya giştî li ser Îranê sepandiye û plan kiriye ku cezayan bide wan dewletên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin.
Di hevpeyvîneke din de ligel kenala Al-Jazeera, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku ti demeke diyarkirî ji bo destpêkirina danûstandinên bi Îranê re tune ye, û ew di vê mijarê de lezê jî nake.
"Êrîşên leşkerî û fişarên aborî yên Amerîkayê li ser Îranê bi bandor in" Trump got.
Wî herwiha anî ziman ku Amerîka di şer de serkeftineke pir mezin bi dest xistiye, û aboriya Îranê di bin hilweşînê de ye.