Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê 8ê Cotmehê ragihand ku Amerîkayê wê berî hilbijartinên Nîvdemê (Midterm) ên Kongersê ku biryar e di 3'ê Mijdarê de pêk werin, êrîşî Îranê neke.
Trump, Serokê Amerîkayê, li ser tora civakî Truth Social ragihand ku niha danûstandinên wan bi Komara Îslamî ya Îranê re berdewam dikin. Wî got, “Bila ji hemû aliyan re zelal be ku Îran niha di rewşeke pir xirab a aborî û leşkerî de ye.”
Trump herwiha nivîsand ku cezayên li ser Îranê dê wekî xwe bimînin, di heman demê de petrol bi heman astê ya berê ji Tengava Hormuzê derbas dibe, û “Tenê şeva borî 22 milyon bermîl petrol ji tengavê derbas bûn, bêyî ku Îran bikaribe yek bermîl jî hinarde bike.”
Di dawiya posta xwe de Trump nivîsand,“Îran nikare bibe xwediyê çekên navokî.”
Ji aliyekî din ve, îro Wezîrê Derve yê Îranê ji ajansa Îranî Tesnimê re got ku danûstandin hîn berdewam in û Komara Îslamî ya Îranê dê di çend rojên pêş de bersiva xwe bide Amerîkayê.
Herwiha îro Koşka Spî, di bersiva pirsa nûçegihanê Dengê Amerîkayê de, got ku Serok Donald Trump “hemû bijarde li ber dest danîne.”
Koşka Spî herwiha dibêje ku niha hêzên Amerîkayê di rewşeke pir bihêz de ne, ji ber ku kontrola tam a Tengava Hormuzê di destê wan de ye, di heman demê de aboriya Îranê ber bi hilweşînê ve diçe.
Serokê Amerîkayê gelek caran ragihandiye ku mijara Îranê dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe, çi bi awayekî baş be, an nebaş.