Trump: Em Êdî ne Hewceyê Peymanekê ligel Îranê ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê got ku Amerîka êdî ne hewceyê gihîştina peymanekê bi Îranê re ye. Wî di heman demê de ji cîgirê xwe JD Vance xwest ku balê bikişîne ser karûbarên navxweyî yên Amerîkayê.

Trump li ser platforma Truth Social got: "Em ne hewceyê peymanekê ne bi Îranê re. Ew roj êdî derbas bûne. Me pereyên wan standin, bi sedan milyar dolar, û me tengava wan jî stand."

Ev axaftin behsa Tengava Hormuzê dike ku yek ji girîngtirîn rêyên veguhestina petrolê li cîhanê ye.

Daxuyanîya Trump hat piştî ku rojnameya Wall Street Journal ragihandibû ku Vance hizra pêkanîna civînên rasterast bi Mohsen Rezaei, sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê, dike. Ev hewldan beşek in ji xebatên ku armanca wan dawîkirina şerê ligel Îranê ye.