Trump: Em Dikarin di Her Demê de Şerê Îranê bi Dawî Bînin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hewlên wî yên leşkerî yên li dijî Îranê heta meha Çileyê (Rêbendan) hatine fînansekirin û hişyarî da ku eger Demokrat şer berî dema wî bidawî bînin, ew ê "serkeftineke temam veguherînin têkçûnekê."

Trump di hevpeyvîneke taybet a li Koşka Spî de bi rojnameya New York Postê re kirî got ku dema Demokrat di meha Çileyê de kontrola Kongresê bigirin destê xwe, dibe ku bijardeyên wî yên leşkerî sînordar bibin, lê hêviya xwe anî ziman ku partiya opozîsyonê şer berî dema wî ranewestîne.

Serokê Amerîkayê di hevpeyvînê de got: "Ew ê serkeftineke temam veguherînin têkçûnekê. Mebesta min ev e, eger wisa bikin, binêrin hêza wan a deryayî nemaye, hêza wan a esmanî nemaye, berevaniya wan a dijî firokeyan û her tiştê wan nemaye. Rêberên wan jî nemane. Eger Demokrat wisa bikin, ew ê tenê serkeftinekê veguherînin têkçûnekê."

Trump herwiha diyar kir ku ew nizane Demokrat ji aliyê siyasî ve çawa dikarin gaveke wisa bavêjin, ji ber ku ew di şer de bi ser dikevin û tekez kir: "Em dikarin her dema ku em bixwazin vî şerî bi dawî bînin."

Li ser pirsa ka gelo dema li ber destê wî ya ji bo pêkanîna êrîşan kêm dibe yan na, Trump bersiv da û got: "Ji bo min zehmet e ez bawer bikim ku ew ê serkeftinekê bikin têkçûn, ji ber ku tiştê ku dê biqewime ev e. Belê, lê bi rastî em hatine fînansekirin heta dawiya meha Çileyê."

Li gorî rojnameya New York Postê, Îsraîl ji bo bidawîanîna şer alîgirê guhertina temam a rejîmê ye, lê Trump vê mehê gotibû ku şer " bi awayekî praktîkî bi dawî bûye", tevî ku ew bi biryar e ambargoya li ser benderên Îranê berdewam bike da ku Tehranê bîne ser maseya peymaneke navokî.

Derbarê armanca Îsraîlê ya ji bo hilweşandina rijêma Îranê de, Trump got ku ev yek " dibe ku pêk were", lê tekez kir ku ne armanca wî ye û got, "Ez tenê naxwazim ew bibin xwedî çekên navokî. Ez tu carî ne alîgir û ne jî dijberê guhertina rejîmê bûm, ev yek tu carî ji bo min ne pîvan bû."

Meha Sibata borî şerê li dijî Îranê hatbû destpêkirin û di destpêkê de pêşbînî dihat kirinr ku dê nêzîkî "çar hefteyan" bidome. Piştî wê, danûstandinên bi Tehranê re di Nîsanê de bûbûn sedema agirbestekê û di Hezîranê de jî yadaşteke lihevkirinê hatibû îmzekirin, lê piştî çend hefteyan dema ku Îranê êrîşî keştiyên bazirganî kir, ew lihevkirin bê bandor maye.