Waltz: Îran ji Zextên Aborî yên Amerîkayê Ditirse Zêdetir ji yên Leşkerî

U.S. Ambassador to the United Nations Mike Waltz testifies on Capitol Hill

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz got ku Îran ji encamên zextên aborî yên Amerîkayê zêdetir ji zextên leşkerî ditirse, û da zanîn ku Tehran di dema têkilîyên bi danûstandkarên Amerîkî re balê dikişîne ser mijara pere û mal û milkên cemidandî.

Waltz di hevpeyvînekê de bi torê Fox News re diyar kir ku berpirsên Îranî, got ku zexta aborî, ligel ambargoyê, du amûrên serekîne ji bo Tehran neçarbibe daku gavên paşve biavêje.

Wî zêde kir ku Îran, li gorî pênaseya wî, dikare xwe li ber lêdanên leşkerî bigire, lê qeyrana aborî zexteke dijwartire ji bo hikûmeta Îranê.

Waltz got ku Îran ji Wezîrê Darayî yê Amerîkayê Scott Bessent ditirse bêhtir ji Wezîrê Cengê Pete Hegseth.

Waltz di hevpeyvînekê de ku roja Yekşemê bi Fox News re kir, got ku xema Îranê ne hêzên leşkerî yên wan û ne jî gelê wan e, piştî ku 40 hezar kes ji wan kuştin.


Waltz da zanîn ku alîyê Îranî di dema têkilîyên bi danûstandkarên Amerîkî re, balê dikişîne ser mijara diravê hişk û derfeta gihîştina wan mal û milkên ku Amerîkayê cemidandine.

Hêjayî gotinê ye Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê ragihand ku Amerîkayê bi Îranê re danûstandinên "bêdeng" dimeşînin, û destnîşan kir ku bal li ser zêdekirina zexta aborî ya li ser wî welatî ye.

Trump di daxuyanîyekê de ji malpera Axios a Amerîkî re got: «Em tenê Îranê dişopînin li beramberî rêjeyên enflasyonê yên mezin ku ew pê diêşe û rastîya ku wan pere nîne.

Trump da zanîn ku dorpêça deryayî ya Amerîkî berdewam e li ser zexta li ser aborîya Îranê heta wê astê ku Îran nikare mûçeyên hêzên xwe bide."