Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz, cezakirina stranbêja Îranî Perestû Ehmedî û endamên koma wê bi 74 qamçiyan ji ber pêşkêşkirina konsertê li ser YouTube'ê bêyî hicabê, bi tundî şermezar kir.
Waltz li ser platforma X'ê nivîsand: "Cezakirina stranbêj Perestû Ehmedî û tîma wê bi 74 celdeyan ji ber pêşkêşkirineke li ser YouTube'ê bêyî hicabê, hovîtiyeke tam a serdema navîn e."
Balyozê Amerîkî herwiha got: "Di demekê de ku rejîma li Tehranê hewl dide bala xelkê bikişîne aliyekî din, hovîtiya wê ew bi temamî tenê û îzole hiştiye. Amerîka li dijî vê zordariyê li kêleka gelê Îranê disekine."
Ji aliyê xwe ve, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk li ser X'ê cezayê qamçiyan li dijî stranbêj û endamên koma wê wekî "karekî kirêt û hovane" bi nav kir û ew bi îşkenceyê şiband.
Ev ceza di meha Hezîrana borî de hatibû birîn û roja Duşemê hat cîbicîkirin, piştî ku Ehmedî di meha 12'an sala 2024'an de li holeke vala konsertek bêyî serpoş pêşkêş kiribû û vîdyoya wê li ser YouTube'ê zêdetirî sê milyon caran hatibû temaşekirin.