Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê got ku tiştên di navbera Amerîkayê û Îranê de baş diçin û ragehand û got, "Pêvajoya bêçekkirina navokî ya Îranê baş diçe. Wan hevdîtinên pir baş kirin, û em ê bibînin ka çi dibe."
Serok Trump dema ber bi Dakotaya Bakur ve ji bo pîrozkirina 250 saliya serxwebûna Amerîkayê ji rojnamevanan re got ku "me sê şevan bi tundî li wan da! Lê niha em bi başî lihev dikin."
Serokê Amerîkayê piştrast kir ku bihayên petrolê dê dakevin û pesnê bilindbûna bazara borsayê da.
Wî herweha got, " Heke hûn binêrin ka em ji ku derê gihîştine ku derê, hûn ê bizanibin ku her tişt çêtir e. Ev jî b isaya ku piştî hefteya borî me bi başî li wan xist."