Hegseth: Amerîka Dikare Dorpêça li ser Îranê Heta ku Pêwîst Be Bidomîne

Pete Hegseth, Wezîrê Cengê yê Amerîkayê

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth îro Pêncşemê ragihand ku artêşa Amerîkayê dikare heta ku pêwîst bike dê dorpêçekirina li ser benderên Îranê berdewam bike.

Hegseth diyar kir ku "Hêza Deryayî ya Amerîkayê dikare ji bo heyameke nediyar dorpêçeke bi vî rengî bidomîne, ji ber ku em li ser guhertina keştîyan dixebitin, çawa ku me berê jî kiriye û emê bidomînin."

Wezîrê Cengê li Panamayê peyivî piştî axaftina ligel tîma li ser keştiya cihgir a mûşekî ya USS Gridley berê ku biçe Rojhilata Navîn.

Hêjayî gotinê ye Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser X'ê gotibû ku "Amerîkayê kontrola tevahî ya Tengava Hormuzê dike û ez dibêjim emê berdewam bikin."