Îro roja Çarşemê Serokerkanê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Reşîd Yarellah, bi Rêvebirê Koma Leşkerî ya Amerîkî li Îraqê û nûnerê beşa leşkerî ya wezareta beravanîya Amerîkayê li Balyozxaneya li Bexdayê civiya.
Di civînê de, derbarê berewamkirina hevkariyê û xebata hevbeş a di navbera her du aliyan de di warê ewlehî, leşkerî û avakirina şiyanên artêşa Îraqê de gotûbêj hatin kirin.
Li gor axuyanîya Wezareta Berevanîya Îraqê li ser platforma Xê, bi taybetî tekezî li ser pêşkêşkirina piştgirîya lojîstîkî û piştgirîkirina hewldanên ku xizmeta dezgeha leşkerî dikin hat kirin, bi armanca bilindkirina şiyanên şer ên Artêşa Îraqê li ser hemû astan.
Her du nûnerên Amerîkayê jî girîngiya civînên weha anîn ziman, da ku hevkarî di warê dabînkirina alav û çekan de were pêşxistin û piştgiriya hêzên ewlehiyê, dema ku pêwîst be, bidome.
Hêjayî gotinê ye ku 12ê Tebaxê, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi Fermandeyê CENTCOMê Admîral Brad Cooper, re civiya bû.
Zeydî got ku 30ê Îlonê dê bibe roja dawî û neguher ji bo bidawîanîna mîsyona leşkerî ya Hevpeymanîya Navneteweyî ya li dijî DAÎŞê li Îraqê û temamkirina derketina hêzên wê ji welêt.