Washington û Bexda Siberoja Peywendîyên Xwe Gotûbêj Dikin

Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî û nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Îraqê, Tom Barrack, tekez li ser girîngîya zêdekirina hewildanên dîplomatîk ji bo kêmkirina alozî û tengezarîyên li herêmê kirin.

Ofîsa ragihandinê ya Zeydî got ku Zeydî îro Pêncşemê li Bexdayê pêşwazî li Barrack kir.

Di civînê de peywendîyên dualî û rêyên pêşxistina hevkarîya di navbera her du welatan de hatin nirxandin. Herwiha, her du alîyan li ser bilindkirina asta hevkarîyê di warên aborî û veberhênanê de, axivîn.

Daxuyanî herwiha got ku civîn li ser pêşveçûnên dawî yên herêmê û astengîyên li pêş ewlehî û aramîya herêmî rawestîya.

Hêjayî gotinê ye Serok Trump îro Pêncşemê ligel Zeydî peywendîyeke telefonî kir, tê de du rêberan girîngîya hevrêzî û şêwirmendîyên di navbera Washington û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li herêmê gotûbêj kirin.