Tom Barrack Balyozê Amerîka li Tirkîyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja Duşemê, êrîşa şeva borî li ser zevîya gazê ya Kor Mor şermezar kir û got ev êrîş êrîşeke li ser gelê Îraqê bû.
Barrack di peyamekê de li ser platforma X'ê got: "Em êrîşa li Kor Mor şermezar dikin. Ev êrîşek e li ser gelê Îraqê bû." Wî herwiha diyar kir ku Amerîka piştgirîya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike da ku kesên berpirsîyar bên nasîn û li gor yasayê werin cezakirin.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku hîn lêkolîn li ser êrîşê didomin û rayedarên Îraqî û Kurdistanê hewl didin ku kes an alîyên ku di paş vê bûyerê de ne, bibînin.
Serokwezîrê Îraqê fermana avakirina komîteyeke lêkolînê ya hevbeş bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, da ku agahîyên derbarê êrîşê werbigrin û lêkolîn li dor egerên êrîşê bibin. Ev komîteya hevbeş îro gihîşt zevîya Kor Mor li parêzgeha Silêmanîyê.
Di daxuyanîya xwe de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku zevîya gazê ya Kor Mor bû armanca êrîşeke terorîstî. Li gor daxuyanîyê, di encama êrîşê de nêzîkî 2,800 megawat ji hilberîna elektrîkê hat windakirin.