Tom Barrack: Amerîka Piştgirîya Hikûmeteke Kurdistanê ya Bihêz û Yekgirtî Dike

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Îraqê, û Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê Tom Barrack, tekez kir ku Amerîkayê piştgirîya Herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî dike ku cihêrengiya Herêmê bixwe nîşana dide.

Di peyamekê de li ser platforma X'ê, Barrack ragehand ku ew bi Derbaz Resûl , Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê, û Ahmed Muftî, cîgirê wezîrê Çavkanîyên Siruştî yê Herêma Kurdistanê, civîya û li ser sobeşeroja Herêma Kurdistanê gotûbêj hate kirin.

Barrack diyar kir ku "Amerîka piştgirîyê dide Herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî ku cihêrengîya herêmê nîşan bide."

Wî herwiha got ku, li gorî mijarên ku di civînê de hatin gotûbêjkirin," gihîştina bo yekîtîya domdar tenê bi dabeşkirina desthilatê, bihêzkirina desthilatên herêmî, xurtkirina sazîyan û pêşxistina şeffafiyeke mezintir pêk tê."

Hêjayî gotinê ye Balyoz Tom Barrack berîya vê civînê jî di nivîsîneke din de li ser X'ê tekez kirbû ku yekbûn ji bo bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêmaneke girîng e ji bo hebûna Îraqeke bihêz û aram.