Amerîka Vîzeya Siyasetvaneke Îraqî Betal Dike û Navê Wê dixe Lîsta FBI

Wezareta Derve ya Amerîka vîzeya welatîyek siyasetvaneke Îraqê betal kir û di heman demê de navê wê xist lîsteya ajansa FBI'yê.

Teyf Samî Mihemed el Şekerçî ji alîyê rêveberîya serokê berê Joe Biden ve ji bo rola wê di nehiştina gendelîyê û xebata ji bo “wekhevîya jin û mêran” xelat kiribû.

Wezareta Derva ya Amerîka do Înê li ser platforma X'ê ragihand ku “Em destûrê nadin ku gumanbarên terorîst li welatê me bijîn."

El Şekerçî “Xelata Cîhanî ya Jina Wêrek" sala 2022'an ji alîyê Wezîrê Derve yê wê demê Anthony Blinken û Xanima Yekem a berê Jill Biden ve wergirt.

Ev xelate ji bo jinên wêrek û jîr û parêzvanên aştîyê û berevankarên dadperwerî û wekhevîyê hatiye diyarkirin.

Li gor daxuyanîyeke Wezareta Derve ya Amerîka, vîzeya el Şekerçî hate betalkirin piştî ku navê wî li ser lîsta çavdêrîya terorê ya FBI hate danîn û ew êdî nema dikare li Amerîkayê bimîne.

Di bin serokatîya Serok Donald Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio de, dê rê bi terorîstên gumanbar neyê dayîn ku li Amerîkayê bimînin, Wezareta Derve got.