Harris û Malikî Hewildanên Îraqê ji bo Sînordarkirina Çekan di Dest Dewletê de Gotûbêj Kirin

Roja Sêşemê 18ê Tebaxê, Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Bexda Joshua Harris li gel serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî civîya.

Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê li Bexda, ku li ser platforma Xê hat weşandin dibêje, ev civîn bi nêzîkbûna dawîhatina karê Harrisî hat, û di civînê de herdu alîyan tekez li ser xurtkirina hevparîya navbera Amerîka û Îraqê de kirin, ku ji her du aliyan re sûdmend be.

Harris û Malikî piştgiriya xwe ya berdewam bo hewildanên Hikûmeta Îraqê piştrast kirin, da ku ji bo hemû Îraqîyan paşerojek ewle û pêşkeftî, dûr ji terorê, were misoger kirin.

Di civînê de her wiha li ser xurtkirina hevkariya aborî di navbera her du welatan de rawestan, da ku ev hevkarî sûdên berbiçav ji bo Amerîkî û Îraqîyan bîne.

Ji alîyê xwe ve, Hevpeymanîya Dewleta Yasayê ku Nûrî Malikî serokatîya wê dike, di daxuyaniyakê de diyar kir ku di heman civînê de her du alî hewildanên Hikûmeta Îraqê ji bo sînordarkirina çekan di destê dewletê de gotûbêj kirin.

Li gor Daxuyaniyê serokê Hevpeymanîya Dewleta Yasayê, Nûrî Malikî ji Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê re piştrast kir ku Çarçoveya Hevkarîyê (Îttar al-Tansîq) komîteyek ava kiriye û ev komîteye dê di demeke nêzîk de, bi hevkariya Hikûmeta Îraqê, dest bi karê xwe bike, da ku mekanîzek guncaw were dîtin ji bo sînordarkirina çekan di destê dewletê de.