Wezareta Cengê ya Amerîkayê, Pentagonê, gote Dengê Amerîka ku niha derbarê raporên ku dibêjin hêzên Amerîkî ji Îraqê bi temamî vekişiyane, tiştek nû tune ku ragihîne.
Pentagonê di bersiva xwe ya nivîskî de got: “Me niha tiştek tune ku ragihînin.”
Dengê Amerîkayê ji Pentagonê pirsî ka vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê bi temamî pêkhatiye, û herwiha ka vekişîna hêzên Amerîkî yên li Herêma Kurdistanê jî digire nav xwe?
Lê Pentagonê di bersiva xwe de ti agahiyên din li ser rewşa hêzên Amerîkî û hebûna wan li Îraqê û Herêma Kurdistanê yan jî vekişînê nedan.
Ajansa Reuters roja Sêşemê ragihand ku hêzên Amerîkî yên li Îraqê xwe amade dikin ku sibê roja çarşemê vekişîna xwe ya tam temam bikin, û biryar e ku heta roja Çarşemê ji baregehên xwe yên dawî yên li Îraqê vekişin.
Hêjayî gotinê ye ku doh roja Duşemê, Ajansa nûşeyan ya niştîmanî ya Îraqî NINA ragihand bû ku Şaneya Medyayî ya Ewlehîyê radestkirina fermî ya baregeha sereke ya leşkerê Amerîkayê li firokxaneya Navneteweyî ya Bexdayê, Camp Victoria, piştrast kir.