Raport: Îsraîl Amadekarîya Êrîşeke Mezin li Dijî Îranê Dike

Medyaya Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku artêşa Îsraîlê planeke leşkerî ya berfireh amade kiriye ji bo êrîşkirinê li ser binesazîya Îranê. Ev raport di demekê de tên ligel hebûna egera pevçûneke leşkerî ya nû di navbera Amerîka û Îranê de an jî êrîşeke ji alîyê hêzên Pasdaran ve.

Lê li gor van raportan, ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu niha baştire ku welatê wî rasterast tevlî şereke din di navbera Amerîka û Îranê de nebe.

Rojnameya Maarîv ya Îsraîlî, li gor çavkanîyeke ewlehîyê ya Îsraîlê, diyar kir ku artêşê “Nexşeya xwe ya êrîşê li dijî rejîma Îranê temam kiriye,” eger şerekî berfireh jî nû ve destpê kir an jî eger Tehran êrîşî Îsraîlê bike.

Çavkanîya ewlehîyê ji Maarîv re got: “Eger rêbertîya siyasî ya Îsraîlê biryara şer bide, artêşa Îsraîlê dê tiştekî bidest bixe ku di şerên berê de nikaribû bidest bixe.”

Çavkanîyê hûrgilî li ser aramancên êrîşan an jî şiyanên ku di pevçûnên berê de nehatine bikaranîn nedaye.

Di heman demê de, çavkanîya ewlehîyê bal kişand ser hebûna hejmareke mezin ji hêzên Amerîka, bi taybetî hêzên esmanî, li Îsraîlê û got ku “Ev hêz nîşana şiyanên pêwîst ji bo serederîyê ligel her egerê.”

Ev raport di demekê de tên ku alozî li herêmê berdewam dikin û her tevgereke leşkerî ya nû dikare metirsîya derketina pevçûnê zêde bike.

Heta niha, hikûmeta Îsraîlê bi fermî hûrgilîyên planên xwe yên leşkerî piştrast nekiriye.