Li gorî malpera Axiosê, bi piştgirîya du çavkaniyên agahdar, Pete Hegseth, wezîrê cengê yê Amerîkayê, roja Duşemê 19'ê Cotmehê di seredaneke neragihandî de serdana Îsraîl kir û li wir bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civîn kir.
Ev serdan tenê heşt roj berî hilbijartinên Îsraîlê pêk hat. Herwiha, di demekê de tê ku Amerîkayê û Îsraîl li ser îhtîmala nûdestpêkirina operasyonên leşkerî yên berfireh li dijî Îranê gotûbêj dikin.
Li gorî çavkanîyên Axiosê, civîna navbera Hegseth û Netanyahu li bingeheke esmanî ya Ovda li başûrê Îsraîlê pêk hatiye, ew bingeh cihê ku balafirên şer ên Amerîkayê li wir hatine bicihkirin.
Raporta Axiosê diyar kir ku, Hegseth herwiha bi hêzên Amerîkayê yên ku li wê bingehê bicih bûne civiya. Pentagon û balyozxaneya Îsraîlê li Washington nexwest li ser vê mijarê ti daxuyanîyan bidin, û ofîsa Netanyahu jî bersiva daxwaza medyayê ji bo agahdarîyê neda.
Piştî ku raport belav bû, Hegseth wêneyên serdana xwe ya bo leşkerên Amerîkayê belav kirin û got ku ew çûye serdana wan leşkeran ên ku di navçeya bin kontrola Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de bicihkirî ne.
Serdana Hegseth di demekê de pêk hat ku girjîya navbera Amerîka û Îranê zêde bûye, û êrîşên Hûsîyan li dijî Erebistana Siûdî jî zêdetir bûne.
Ev serdan yek roj piştî wê yekê hat ku Trump piştgirî da Benjamin Netanyahu ji bo hilbijartinê. Herdu rêberan berê jî gotibûn ku dixwazin zextê li ser Îranê bidomînin.
Lê Netanyahu di vê mehê de got ku berî hilbijartinên Îsraîlê planek ji bo êrîşek li ser Îranê tune ye. Trump jî got ku berî hilbijartinên Nîvdemê (Midterm) ên Kongrêsa Amerîkayê êrîşek li dijî Îranê nayê kirin.
Hilbijartinên hefteya bê li Îsraîlê yekem hilbijartin in piştî êrîşa Hemasê li başûrê welêt di 7'ê Cotmeha 2023'an de.