Amerîkayê û Îsraîlê roja Çarşemê, 1'ê Tîrmeha 2026an, peymanek fermî û pêgirî îmzekirin ji bo avakirina Avahîyê balyozxaneya Amerîkyê li Orşelîmê.
Ev gava dîplomatîk a girîng ji hêla Wezareta Derve ya Îsraîlê ve wekî mînakek zindî û kûr a "hevbendiya stratejîk a nêzîk" a ku Washington û Tel Avîvê bi hev ve girêdide hate bi nav kirin.
Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê Mike Huckabee di peyamekê de li ser platforma Xê ragihand ku ji bo balyozxaneya nû milkek bi nirxa çend milyon dolar bi tenê bi 1 dolarê Amerîkî hatiye kirîn.
Di payva xwe ya di merasîma îmzekirina peymanê de, balyoz got, " Amerîka ne tenê Orşelîmê wekî paytexta ebedî, resen û dayîmî ya gelê Cihû nas dike, lê di heman demê de îro ji tevahiya cîhanê re dibêje ku ew ê di vî warî de gavên berbiçav, pratîkî û rêveberî bavêje."
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got ku "ev hevpeymaniya dualî nîşan dide".
Wî zêde kir û got, "Biryara dîrokî û wêrek a ku Serok Donald Trump di sala 2017an de ji bo veguhestina balyozxaneyê bo Orşelîmê girt, karek rast bû, îro bi peymana hevbeş a destpêkirina avakirina komelgeha avahiyên balyozxaneya datîmî, ew biryar praktîze dibe û dibe bingehîn, mayînde û bêveger."