Amerîka û Urdunê Peymaneke 354,6 Milyon Dolarî Îmze Kir

Amerîkayê û Urdunê ji bo piştgiriya karên pêşîn û giring neteweyî yên Urdunê bi nêrîneke nûxwaz a aborîya niştîmanî de peymanek dualî ya stratejîk a çar salî bi 354.6 milyon dolarî îmze kirin.

Li gorî daxuyanîya balyozxaneya Urdunê li Washington, peyman di çarçoveya Nûjenkirina Aborî ya Urdunê de hatiye amadekirin û dê projeyên di warên av û kanalîzasyonan, enerjiyê, perwerdehiyê, turîzmê, binesaziyê û derfetên aborî piştgirî bike.

Peyman ji aliyê Zeyna Tûqan, Wezîra Plan û Hevkariya Navneteweyî ya Urdunê, û Jim Holtsnider, Balyozê Amerîkayê li Urdunê, ve hate îmzekirin