Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, got ku vekişîna Amerîkayê û hêzên hevpaymanîyê, dê Kurdan, hevalbendên Washingtonê li hemberî êrîşên Îranê bêparastin bihêle û Hiştina Herêma Kurdistanê bêyî dabînkirina ti sîstemeke bergirîyê, cihê nîgeranîyê ye.
Barzanî, hişyarî da ku ev vekişîn di demekê de pêk tê ku rewşa herêmê bi taybetî aloz û hestyar e, û got "metirsî rast in, em bêparastin in û rastî êrîşan tên."
Rojnameya Financial Times hevdîtinek bi Barzanî re îro Yekşemê, 27'ê Îlona weşand û di navnîşana wê de ji ser zarê Barzanî radigihîne ku wî gotiye vekişîna Amerîka "şermezarî ye" lê di daxuyanîyekê de, nivîsgeha Ragihandinê ya Barzanî got ku nivîskarê raportê gotinên Barzanî wek heyî neanîne ziman; belkî zêdetir nerîn û şîroveyên xwe xistine nava raportê, ne metna rastîn û resen a axaftinên wî.
Barzanî hişyarî da ku metirsîya wê yekê heye ku Amerîka wê şaşîya xwe ya sala 2011'an, di dema serokatîya Barack Obama de, dubare bike; wê demê Amerîkayê hêzên xwe ji Îraqê vekişandibûn û valahîyeke ewlehîyê li pey xwe hîştibû ku rê li ber geşbûna Daişê vekiribû. Piştra, di sala 2014'an de Amerîka vegeriya da ku serkêşîya hevpeymanîya li dijî Daişê bike.
Barzanî got: "Eger rewşa ewlehîyê xirabtir bibe, dibe ku pêwîstî bi wê yekê çêbibe ku civaka navneteweyî vegere vê herêmê da ku alîkariyê bike û rewşa herêmê aram bike. Lê ew dikarin niha jî vê yekê bikin, bêyî ku li bendê bimînin heta rewş xirabtir bibe û paşê baştir bibe."
Biryar e hemû hêzên Amerîkî heta 30'ê Îlonê ji Îraqê derkevin. Ev gav bi biryara Serok Donald Trump ji bo bidawîkirina "şerên berdewam" tê, û bi vî awayî hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya ku piştî hilweşandina Seddam Hisên 23 salan berdewam kiribû, bi dawî dibe.
Şîroveykarê siyasî Îsam Feylî di peywendiyekê de li gel Dengê Amerîka diyar kir ku "nîgeranîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, rewa ye û li ser rastîyeke objektîf e, ew jî valahîya ewlehîyê ya piştî vekişandina sîstema parastina esmanî ya Amerîkî û nebûna rêbazên zelal ên kordînasyonê di navbera Bexda û Hewlêrê de, bi taybetî ku êrîş digihin cihên sivîl li herêmê."
Şirovekar Îsam Feylî
Feylî got ku "nîgeranîya Barzanî ne tenê yê kesayetîya wî ye, lê ya piranîya xelkê Kurdistanê ye." Wî her wiha got ku "Herêma Kurdistanê tevî zextan jî qebûl nekir ku bibe cihê êrîşên li ser welatên cîran, û hişyarî da ku eger valahîyeke ewlehîyê çêbibe, dibe ku Daiş dîsa vegere û Îraq bikeve nava krîzeke nû."