Mesrûr Barzanî: Em Peywendiyên Dostanî yên ligel Amerîkayê Bilind Dinirxînin

Kurdistan Region Prime Minister Masrour Barzani

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li salvegera 250 saliya serxwebûna Amerîkayê kir.
Barzanî di peyamekê de got, "Em 250 saliya îmzekirina Beyanameya Serxwebûna Amerîkayê pîroz dikin."

Barzanî li ser tora civakî ya X'ê got: "Hevpeymaniya stratejîk û peywendiyên me yên dostanî yên ligel Amerîkayê ji bo me pir bi nirx e. Em bi hevkariya xwe ya di têkbirina terorê de serbilind in û li bendê ne ku hevkariya xwe ji bo nifşên pêşerojê xurt bikin."

Di 4ê Tîrmehê de, Amerîkayê 250 sal'ya serxwebûna xwe pîroz dike. Ev roj li seranserê Amerîkayê cejneke fermî ye û gelek pîrozbahiyên cûda tên lidarxistin.