Serokê partîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê Bafel Talebanî roja Serxwebûna Amerîkayê li Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Îraqê Joshua Harris pîroz kir.
Talebanî û Harris li mala Mam Celal li Bexdayê hevdîtinek lidar xistin.
Li gor malpera fermî ya YNK'ê, Talebanî di hevdîtinê de Roja Serxwebûna Amerîkayê li Harris û gelê Amerîkayê pîroz kir.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku pêşketinên dawî yên rewşa siyasî ya herêm û Îraqê, û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Talebanî tekezî li girîngîya hewldanên hevbeş û dîplomatîk kir ji bo kêmkirina alozîyan û bihêzkirina aştî û aramîya herêmî.