Amerîka Helwesta Xwe li ser Alozîyên Siyasî yên Herêma Kurdistanê Diyar Dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê helwesta fermî ya Washingtonê li ser pêşhatinên dawî yên li Herêma Kurdistanê eşkere kir, piştî alozîyên siyasî yên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de.

Di bersiva pirseke Dengê Amerîka de li ser alozîyên di navbera PDK û YNK'ê de, Wezareta Derve got ku “Amerîka piştgirîyê dide herêmeke bihêz û xweragir ya Kurdistanê dike, ku ev ji berê ve bingena têkilîyên berfirehtir yên Amerîka û Îraqê ye.”

Wezareta Derve di beşekî din ê bersivê de got: “Amerîka hemû alîyan han dide ku demûdest û bi awayekî avaker li ser mijarên ku sazîyên Herêmê xurt dikin, kar bike.”

Wezareta Derve herwiha diyar kir ku “Amerîka bi hevparên xwe yên li seranserê Îraqê, ku ji bo avakirina welatekî serwer, aram û geş dixebitin, pabend e.”

Ev helwesta Amerîkayê di demekê de tê ku Bafil Talebanî, Serokê YNK'ê hewldanên PDK'ê ji bo çalakkirina parlemana Herêma Kurdistanê red kir û vekişîna partîya xwe ji hikûmeta Herêmê ragihand.

PDK'ê hefteya borî çalakkirina parlemana Kurdistanê bêyî amadebûna Yekîtiya YNK'ê ragihand û serokek jî ji bo parlemanê destnîşan kir.

Washington tekez dike ku çareserîya alozîyan bi rêya diyalogê û parastina aramîya Herêmê dibe.