Abraham Lincoln di dema Şerê Navxweyî de Serokê Amerîkayê bû. Ew di malbateke hejar de ji dayik bû, lê bi xwendin û xebatê gihîşt posta serokatiyê.
Karê wî yê herî sereke ew bû ku li dijî koletiyê derket û azadiya mirovên reş ragihand; wî bawer dikir ku divê her mirovek azad be û xwedî mafên wekhev be.
Wêneyek Abraham Lincoln li ser pereyê pênc dolarî
Lincoln di gotareke navdar de bi navê (Gettysburg Address) pênaseya sîstema hukimranîya baş dike û dibêje ku divê 'hikûmetek be ku ji gel pêk hatibe, ji aliyê gel ve hatibe avakirin û ji bo gel be.'
Di cîhana demokratîk de, Lincoln mînaka serokatiyeke dadperwer e. Wî nîşan da ku divê serok parastina mafên mirovan bike û nehêle neyeksanî bimîne. Ev nirxên demokratîk ên wekî azadî û dadweriyê, heta roja îro jî çavkaniya îlhamê ne.
Çîroka Lincoln mirovan fêr dike ku ji hejarîyê mirov dikare bibe rêberekî mezin. Ew herwiha ji bo Kurdan mînakek baş e ku têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê dikare bi ser bikeve.