Di 250 Salîya Serxwebûnê de, Amerîkî Beşdarî Hilbijartinên Nîvdem Dibin

Washington a paytext û tevahîya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê di 250 salîya Serxwebûnê de îsal beşdarî hilbijartinên nîvdem (midterm) ên Kongersê dibin ku dê di 3'ê Mijdarê de pêk werin.

Ev hevdemî, derfetekê dide ku bal bikeve ser rehên ezmûna dêmokratîk a Amerîkayê û şiyanên sazîyên wê yên destûrî di rêvebirina hevsengîya desthilatê de.

Di sala 1776'an de, bingehên dewletekê hatin danîn ku li ser prensîbên azadî, desthilata destûrî û dabeşkirina desthilatan ava bû.

Sazîyên dêmokratîk ên Amerîkayê karîn di nav hemû guherînên civakî, aborî û siyasî de serwerîya qanûnê biparêzin û guherînan bi riya pêvajoyên aşitîyane birêve birin.

Di vê çarçoveyê de, welatî mafê xwe yê destûrî di hilbijartina nûnerên xwe yên di Civata Nûneran, Civata Pîran (Senate), parêzgar û berpirsên herêmî de bi kar tînin. Ev mekanîzma rê dide ku civak bandorê li ser siyaseta giştî bike û parastina hevsengîyê di navbera desthilatan de misoger bike.

Bavên damezrêner teqez dikirin ku hevrikîya siyasî di Civata Nûneran de, ew qada sereke ye ku îradeya rastîn a gel rasterast tê de dibişkive."

Her wekî ku James Madison di Kaxeza Federalîst a hejmar 52 de anîbû ziman:
"Pêwîstîya ku Civata Nûneran timî û rasterast xwe bispêre gel, stûna bingehîn e da ku komar azadî û serxwebûna xwe biparêze."

James Madison

250 salîya serxwebûna Amerîkayê tevî pêvajoya hilbijartinan diyar dike ku demokrasî pêvajoyeke zindî ye. Li gel pêşketina amûrên dîjîtal û hişyariya siyasî, welatî dibin beşdarên sereke yên biryardanê û xurtkirina sazîyên destûrî.

Di dîroka hilbijartinên nîvdemê (midterm), hin serokên Amerîkayê karîbûn ku partiya wan piştî hilbijartinan jî piraniya xwe di her du civatên Kongersê, Civata Nûneran (House of Representatives) û Civata Pîran (Senate), de biparêze.

Di sala 1934’an de, Partiya Demokrat a di bin serokatiya Franklin D. Roosevelt de, di her du Civatan de kursiyên zêdetir bi dest xist.

President Franklin D. Roosevelt

Di sala 1962’an de, di dema serokatîya John F. Kennedy de, Demokratan tevî ku çend kursî di Civata Nûneran de winda kirin, piranîya xwe di he du Civatan de parastin.

Di sala 2002’an de jî, di dema serokatîya George W. Bush de, Komarîyan di herdu Civatan de kursiyên zêdetir bi dest xistin û piranîya xwe parastin.

President George W. Bush

Ev mînak nîşan didin ku hilbijartinên nîvê dewra serokatîyê ne tenê pêşbazîyeke di navbera partîyan de, lê encamên wan dikarin hevsengîya hêzan di Kongresê de biguherînin an jî hevsengîya heyî biparêzin.

Tevî ku hilbijartinên nîvdemê di dîroka Amerîkayê de herdem girîng bûn, lê hilbijartinên vê carê cuda û taybet in. Girîngîya wan a sereke di wê de ye ku ew di keşûhewayekî zêdebûna parçebûn û cudahîyên siyasî de têne lidarxistin, ev yek jî dibe azmûneke rastîn ji bo hêza sazîyên demokratîk.

Tiştê ku van hilbijartinan ji yên berê cuda dike ew e ku amûrên ragihandina dîjîtal û platformên civakî bandoreke rasterast û lezgîn li ser biryara welatîyan dikin, û mijarên aborî û azadîyên kesî bûne rojeva sereke ya hevrikîyê.

Lê tevî van hemû cudahî û nêzîkatîyên cihêreng, ezmûna dîrokî diyar dike ku gotûbêj û parçebûnên siyasî nabin sedema astengkirina pêvajoyê, berovajî wê, ew beşek ji reftar û zindîbûna sîstema demokratîk in ku di dawiyê de bi rêya sindoqên dengdanê û rêzgirtina li qanûnê rewa dibin.

Di vê çarçoveyê de, gotina Serokê berê yê Amerîkayê Thomas Jefferson di nameya xwe ya sala 1821'an de ku ji Archibald Thweatt re şandibû tê bîra me; Jefferson anîbû ziman ku dibe ku carinan hêzên qanûndanînê û rêvebirinê şaş bikin, lê hilbijartin û berpirsîyarî wan vedigerînin ser rêya rast.

Bi vê yekê, îradeya welatîyan û beşdarîya gel, dibin stûna sereke ya parastina komarê û rêya wê ya destûrî.