Trump Sedema Serdana Rêveberê CIA bo Moskowê Eşkere Kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê got ku serdana rêveberê CIA John Ratcliffe bo Moskowê di van rojan de ne ji bo wan armancên e ku di medyayê de têne gotûbêjkirin.

Trump di hevpeyvînekê de ligel rojnamevan Glenn Beck got ku Ratcliffe li Moskowê ye ji bo serdanekê ku weke “hema hema rotînî” binav kir.

Serok Trump hemû gotinên medyayî red kirin yên ku serdana dawî ya Serokê CIA bo Moskowê bi gefên leşkerî yên Rûsyayê li dijî NATO an Brîtanyayê ve, an ji bi cezayên ser Îranê girêdidin. Wî got,“John Ratcliffe mirovekî pir baş e. Ew rêveberê CIA ye û ew ji bo tiştên ku we gotine ne li wir e.”

Trump herwiha got ku dibe ku ji vê serdanê “tiştek derkeve” û da zanîn ku rêveberîya wî bi awayekî cidî dixebite da ku şerê li Ukraynayê bidawî bibe.

Wî diyar kir: “Em bi hêz dixebitin ku ev şer bidawî bibe, û bi rastî di vê qonaxê de herdu alî jî dixwazin ku şer bidawî bibe.”

Li alîyê din, Kremlinê got ku Ratcliffe li Moskowê bi berpirsên îstîxbarata Rûsyayê re civîn kiriye. Ji sala 2019'an ve ev serdana yekem a rêveberekî CIA bo Moskowê ye.