Roja Duşemê, li Wîlayeta Nevada ya li rojavayê Amerîkayê, ji ber agirê daristanan ê bi lez belav dibe, bi dehan hezar kes ketin bin fermana valakirina malan, di demekê de ku zêdetirî 700 agirkuj ji bo kontrolkirina agirê mezin dixebitin.
Agir roja Şemîyê li derdora bajarê Reno dest pê kir û heta niha zêdetirî 6 hezar hektar zevî şewitandiye. Berpirsên federal ên agirên daristanan roja Yekşemê ragihandin ku heta wê demê tu beşek ji agirê nehatiye kontrolkirin.
Rayedaran hişyarî dan ku şertên hewayê pir hişk in. Germahîya bilind û ba dikarin agir bêtir belav bikin. Li gorî pêşbînîyên hewayê, di hefteya bê de li herêmê baran nayê xuyakirin.
Navenda Operasyonên Awarte ya Herêmî ya Washoe County ragihand ku agir ji ber çalakiyek mirovan derketiye, lê nehat diyarkirin ka ew bi mebesta şewitandinê hatiye derxistin an jî bê destî çêbûyê.
Hakimê Nevada, Joe Lombardo, rewşa awarte ragihand da ku çavkaniyên zêdetir ji bo şerê li dijî agir û alîkariya kesên zerermend bihêt peyda kirin.
Lombardo êvara Yekşemê li ser platforma X'ê got:
“Wîlayet bi tevahî, bi hev re digel hevkarên herêmî û federal, dixebite da ku jiyan û miulkê mirovan biparêze. Çavkaniyên zêdetir jî berdewam digihîjin herêmê.”
Li gorî desthilatdaran, ji ber agirê daristanan nêzîkî 90 hezar kes ketine bin fermana valakirina malan an jî hatine hişyar kirin ku ji bo valakirina malan amade bin.
Herêmê ji bo çend mehan hewayekî hişk dîtîye û ev yek belavbûna agirên daristanan gurtir kiriye.
Li Nevada heft agirên din ên daristanan jî hene. Yek ji wan li dûrahîya nêzîkî 10 kîlometreyan ji agirê bajarê Reno ye.