Kesayetiyên Amerîkî: Du Birayên ku Cara Yekê bi Serkeftî Balafirek Firandin

First Powered Flight Wright Brothers

Orville Wright û Wilbur Wright, du birayên Amerîkî bûn ku di sala 1903an de yekem balafir çêkirin.

Wan ji dukandariyeke sade dest pê kir û bi ceribandin û kedeke mezin gihîştin van dahênana mezin.

Wan yekem firîna xwe li ser rûberekî biçûk li wîlayeta (North Carolina) Karlayina Bakur pêk anî, ku piştre ev bû destpêka serdema firînê di cîhanê de.

Dahênana birayên Wright nîşan dide ku nûjenî di zanyariyên zanistê de dikare jiyana mirovan biguherîne. Wan bi hewldana xwe û baweriya bixwebûn, tiştekî wisa kirin ku berê xelkê bawer nedikir.

Ev yek girîngiya nirxên demokratîk ên wekî azadiya ramanê û dahênanê derdixe pêş. Her du birayan nîşan dan ku her kes dikare bi hewldan û ramanê guhertinan bafirîne, bêyî ku ji malbateke dewlemend be.

Îro balafiran jiyana me hemûyan guherandiye. Çîroka birayên Wright ji bo ciwanên Kurd eşkere dike ku ew dikarin bi zanist û hewldanê destkeftiyên mezin bi dest bixin.