Pentagon Peymanên 7 Salî ji bo Çêkirina Zêdetir Mûşekan Îmze Dike

Wezareta Cengê ya Amerîkayê 'Pentagon'ê roja Duşemê, ragihand ku wê bi du kompanyayên Amerîkî re, General Dynamics û Lockheed Martin, peymanên heft salan îmze kirine, da ku hilberîna mûşekan zêde bikin.

Li gor Ajansa Reuters Pentagon got ku armanca van peymanan "zêdekirina qebareya hilberînê û lezandina bernameyên radestkirinê ji bo pêkhateyên girîng ên ku piştgiriyê didin bernameya parastina mûşekên ji cûrê THAAD û bernameya mûşekên pêşketî yên Patriot (PAC-3 MSE) ye."

Cîgirê Wezîrê Ceng ê ji bo Kirînê Michael P. Duffey di daxuyaniyekê de got, "General Dynamics û Lockheed Martin bersiva vê bangê dane. Em burokrasiyê kêm dikin, demê kurt dikin, û şîyanên xwe yên hilberîna navxweyî bi lez û bez mezin dikin da ku şiyanên berevanîya esmanî û mûşekên pêşkeftî peyda bikin."

Kompanîya Lockheed Martin diyar dike ku sîstema THAADê dikare li dijî mûşekên balîstîk ên kin, navîn û dûravêj berevanîyê bike, di heman demê de sîstema Patriotê jî dikare li dijî mûşekên Kruz û balafiran were bikaranîn.

Ji alîyê xwe ve jî General Dynamics Ordnance and Tactical Systems di daxuyaniyekê de ragihand ku ev peyman beşek e ji "hewldanên Wezareta Ceng ên ji bo zêdekirina bilez a şîyanên hilberînê ji bo sîstemên parastina esmanî û mûşekî yên krîtîk."