Rosa Parks jineke Amerîkî bi regez Afrîqî bû ku di sala 1955'an de li Montgomery, wîlayeta Alabama, di otobusekê de red kir ku cihê xwe bide mêrekî spî.
Wê çaxê yasayê digot ku divê kesên reş li kursîyên piştê yên otobûsê rûnên. Lê belê vê jinê ew yasa bicih neanî.
Ev kiryara Rosa Parks karekî sade bû, lê wekî xebateke mezin li dijî newekhevî û cudahîya nijadî hate holê. Parks bi rawestana li ser mafên xwe, bû sembola têkoşîna ji bo dadwerîyê li Amerîka û hemû cîhanê.
Rosa Parks
Şikandina vê astengîyê ji aliyê Rosa Parks ve destpêka tevgereke sivîl a mezin li Amerîkayê nîşan da. Gelek kes kom bûn û ji bo guhertina qanûnan ketin grevê.
Ev kar nîşan dide ku eger bi rehetî û bînfirehîyê be, kesek bi tenê jî dikare guhertinên mezin di qanûn û sîsteman de bike. Ezmûna Rosa Parks mirov fêrî dike ku her kes dikare li dijî bêdadperwerîyê raweste.
Di cîhaneke demokratîk de, nirxên wekî wekhevî û mafên mirovan girîng in. Rosa Parks mînakek baş e ku her kes, bêyî ku reng an nijada wan cuda be, xwedîyê mafê jiyaneke wekhev e. Wê nîşan da ku demokrasî tê wateya beşdarbûna hemûyan di têkoşîna li dijî newekhevîyê de.
Rosa Parks
Îro navê Rosa Parks di dilê xelkê Amerîka û cîhanê de ye. Çîroka wê ji bo xort û keçan çavkanîya îlhamê ye ku dikarin bi bawerî guhertinan pêk bînin, û dengê kesekî bi tenê dikare bibe sedem ku dengê her kesî were bihîstin.