Rubio: Ti Gefeke Nêzîk a Îranê li Ser Axa Amerîkayê Tune Ye

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Çarşemê ji Filipînê ragihand ku ti gefeke nêzîk a Îranê li ser axa Amerîkayê nîne.

Daxuyaniyên Rubio di çarçoveya beşdariya wî ya di Hilcivîna Yekîtiya Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) ya li Manîlayê de hatin.

Rubio ji rojnamevanan re got: “Baweriyeke min a mezin bi sîstemên me heye ku dikarin van tiştan pêşwext destnîşan bikin, ez bawer nakim ku ti gefeke nêzîk hebe."

Ev daxuyanî piştî pêleke pirsgirêkên teknîkî tên ku bandor li sektora firokevanî û tevgera esmanî ya li Amerîkayê, xizmetguzariyên "Microsoft"ê, li gel sîstemên dayîna pereyan ên bi rêya telefonê û xizmetguzariyên bankayî, û toreke ragihandinê ya hikûmetê ya gelekî nepenî kiribûn.

Rubio di daxuyaniyên xwe de ji rojnamevanan re got: "Tiştê ku ez dixwazim di serî de zelal bikim ev e ku bi tu awayî ti belge yan nîşaneyeke me nîne ku wê baweriyê rewa bike ku ev bûyer bi hev ve girêdayî ne." Wî herwiha got: "Ya duyem jî, ti delîl yan sedema me nîne ku em bawer bikin pêwendiya ti yek ji van bûyerên cuda yan takekesî bi aliyên xirabkar, hakerên înternetê, tawanbaran, dewleteke biyanî yan ti aliyekî dijminkar re heye."

Ji aliyê din ve, Rubio tekez kir ku di dema serdana Trump a Çînê de hîn dema hevdîtinekê ligel Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un nehatiye diyarkirin, û di heman demê de got ku "Serok ji bo diyalogê amade ye".

Rubio pesnê civîna serokên welatan ku bi navê (Quad) tên nasîn ya li Manîlayê da. Wî civîna roja Sêşemê ya di navbera Amerîka, Austyralya, Hindistan û Japonyayê de wekî "pir baş, girîng û gelekî berhemdar" bi nav kir.