Rubio: Ya ku li Yemenê Rû Dide Bersiveke li Dijî Êrîşên Hûsîyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Duşemê 5ê Cotmehê got ku tiştê ku niha li Yemenê rû dide, bersiveke li dijî êrîşên Hûsîyan, wî diyar kir ku “Hêzên Yemenê dê hewl bidin ku ew herêmên ji destê wan hatibûn derxistin, dîsa vegerînin bin kontrola xwe.”

Rubio gote rojnemavanan, ku hikûmeta Yemenê û Erebistana Siûdî qebûl nakin ku Hûsî desthilatdariya xwe li ser tengava Bab el-Mendeb ferz bikin.

Wezîr Rubio herwiha got ku Washington dê li gorî peymanên xwe, di warê ewlehiyê de piştgiriyê ji Erebistana Siûdî re bidomîne.

Rubio got, “Hûsiyan êrîşî Erebistana Siûdî kirin û ji bo wê metirsiyek çêkirin. Erebistana Siûdî mafdare ku xwe biparêze. “

Gotinên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di demekê de hatin ku pêşveçûnên leşkerî li Yemenê bi lez berdewam dikin.

Ev yek pêkhat, piştî ku Serokê Encûmena Serokatîyê ya Yemenê Reşad Ulêmî destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh bi navê Elind a Yemenê “Fecir Yemen,” ragihand.