Nûnerên Rûsya û Ukraynayê îro Sêşemê li paytexta Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî, Ebû Dabî, bi navbeynkarîya Amerîkayê civîyan bi armanca dawîkirina şerê di navbera herdu welatan de.
Jared Kushner, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, ji her du alîyan re ragihand ku peywendîyên vê dawiyê "cûdahîyên heyî destnîşan kirine û nêrîn nêzîkî hev kirine", û tekez kir ku Washington pabendî pêkanîna aştîyê ye.
Kushner banga afirandina çarçoveyeke ewlehîyê ya nû kir, ku Ukrayna, Rûsya û Ewropayê dihewîne, ji bo misogerkirina aştîyê.
Nûnerê Serok Donald Trump di destpêka civînê de got: "Ji me hat xwestin ku hewildanên xwe zêde bikin da ku rêyekê bibînin ku şer bi dawî bike. Armanc ew e ku her du alî di rewşeke bihêztir de bin, û şertên pêwîst werin çêkirin da ku bikarin hemû şîyan û derfetên mezin ên welatên xwe bi awayekî tevahî bikar bînin û pêş bixin."
Berî danûstandinên bi Moskowê re, nûnerên Amerîkayê, Ukrayna û hevalbendên Ewropî pabendbûna xwe bi aştîyeke mayînde re ragihandin. Wan tekez kir ku divê her rêkeftinek rêz li serwerî û yekparçeyîya axa Ukraynayê bigire û garantîyên ewlehiyê yên pêbawer peyda bike.
Daxuyanîyê bal kişand ser avakirina binesazîyeke ewlehîyê ya bihêz a piştî şer û kêmkirina xeterîyan, û eşkere kir ku NATO’yeke bihêz dê wekî bingeha sereke ya parastina hevpar a Euro-Atlantîk bimîne.
Şanda Rûsî ji alîyê alîkarê Serokê Rûsyayê Vladimir Medinsky ve tê bi rê ve birin, û şanda Ukraynî bi serkêşîya Serokê Sazîya Îstîxbarata Derveyî Rustem Umerov e.
Umerov di axaftina xwe de diyar kir ku armanca Kîevê bi destxistina garantîyên ewlehiyê û gihîştina aştîyeke mayînde ye.
Ji alîyê xwe ve, Medinsky ragihand ku Moskow li hêvîya pêşveçûnekê ye di rêya aştiyê de ku bikeve berjewendîya gelên her du welatan.
Kushner diyar kir: "Hêviya min ew e ku ev roj tenê bi gotûbêjkirina mijarên dualî û rêyên bidawîanîna şer re sînordar nemîne.. lê belê bibe bingeha avakirina peywendîyên ewlehîyê yên rasterast di navbera Ukrayna, Rûsya û Ewropayê de ji bo danîna çarçoveyeke nû û misogerkirina aştîyê ji bo dehsalan, an jî sedsalan."