Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, piştrast kir ku di navbera du xizmetên Starlink û Starshield yên SpaceX'ê de cudahiyek heye. Li gorî wî, Starlink xizmetek bazirganî ye, lê Starshield pergalek leşkerî ye ku ji bo armancên parastinê hatîye pêşxistin û di çarçoveya peymanên bi artêşa Amerîkayê re tê bikaranîn.
Rubio ji rojnamevanan re, berî ku rêwîtîya xwe ya bo Ozbekistanê dest pê bike, got: “Starshield di vê gavê de ji bo Ukraynayê berdest nîne û ev mijar niha di bin gotûbêjê de ye.”
Wî diyar kir ku Kîev daxwaza vê pergalê kiriye da ku ji bo êrîşên dûravêj li hundirê Rûsyayê wê bikar bîne, lê heta niha Washingtonê destûr nedayî ye.
Di bersiva îdîayên Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy de ku gotibû astengîyên di xizmetên ragihandinê de bi qest hatine çêkirin, Rubio red kir û got: “Kesek li Koşka Sipî ferman neda ku lez an karîgerîya înternetê were kêmkirin da ku hin dron nikaribin wê bikar bînin.”
Wezîr Rubio herwiha got ku kêmûkurtiyên ku di Starlinkê de hatin raportkirin bi biryareke Amerîkî ve ne girêdayî bûn û li gorî agahîyên gehiştine wî, xizmet vegerîyaye asta xwe yê berê.
Rubio bal kişand ser vê yekê ku gelek kes Starlink û Starshield tevlihev dikin û got: “Starshield bi tevahî berhemek din e. Ew peymanek bi leşkerê Amerîkayê re ye û niha bi Ukraynayê re têkildar nîne.”
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro Yekşemê got ku welatê wî "hîn jî di rûbirûbûna dronên Rûsyayê de dijwarîyê dikişînin ji ber sînordarkirinên leza xizmetên Starlink û Starshield."