Rubio: Em ligel Erebistana Siûdî Pabendî Peymana Bergirîyê ne

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio teqez kir ku Washington pabend e bi berdewamkirina hevkarîya bergirîyê ya ligel Erebistana Siûdî, ji bo rûbirûbûna gefên ku li ser welatên Kendavê hene.

Rubio, di bersiva pirsyarekê de li ser wê yekê ku gelo Amerîka dê tevlî êrîşên Siûdîyê yên li dijî Hûsîyan bibe yan na, ragihand: "Peymana me ya bergirîyê ligel Erebistana Siûdî heye. Amerîka pabendî vê peymanê bûye û dê pabendî peymanên xwe bimîne, bi taybetî ew peymanên ku xwedî xwezayeke bergirîyê ne."

Rubio diyar kir ku ew di peywendîya berdewam de ne ligel Siûdîyê û got ku Mîrê Cîgir Siûdîyê û Serokê Amerîkayê di nav vê meha borî de çendîn caran bi telefonê axivîne.
Wekî din, Wezîrê Derve yê Amerîkayê dilxweşîya xwe anî ziman ji bo tevlîbûna welatên din di bergirîkirina li Siûdîyê de beramberî êrîşên Hûsîyên ser bi Îranê ve.

Di dawîya axaftina xwe de, Rubio Komara Îslamî ya Îranê wek sedema sereke ya geşebûna şiyanên Hûsîyan bi nav kir û ragihand: "Eger piştevanîya rastrast a Îranê nebûya, desthilata wê grûpê ya îro nedebû." Li gorî Rubio, vê piştevanîyê rê da Hûsîyan ku desthilata xwe berfireh bikin û di têkdana aramîya herêmê de berdewam bin.