Serokê Sûrîyê Ehmed El- Şeri’ bi şandeyeke senatorên Amerîkî û Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê ji bo Sûriye û Îraqê Balyouz Tom Barrack re, bi amadebûna Wezîrê Derve yê sûrî Esed el-Şeybanî, li Enqere, paytexta Tirkiyê civiya.
Balyoz Tom Barrack li ser platforma X'ê nivisî: Ev hevdîtin bi serokatiya Senator Jeanne Shaheen û bi beşdariya senatoran Chris Coons, Mike Rounds, Dick Durbin, Lindsey Graham û Nûner Michael Turner hat lidarxistin, û giringiya krîtîk a Sûriyê wekî xaleke navendî di nav dînamîkên aloz û bi lez guherbar ên yek ji herêmên herî tevlihev ên cîhanê de nîşan dide.
Barrack her wiha got ku serdana endamên Kongresê yên bi vê giraniyê re wekî xaleke bingehîn a siyaseta derve ya Amerîkayê ne, û nîşana bilez avêtina gavan ber bi qonaxeke nû û bihêz de ye, di têkiliyên Amerîka û Sûriyê de, qonaxeke ku bi temamî li ser baweriya dualî, berjewendiyên stratejîk ên hevpar, û pabendbûneke hevpar ji bo aramiya demdirêj a herêmê ava dibe.
Wî dîsan dewam kir û got, Ev gav xwedî giraniyeke dîrokî ye û rola navendî ya Sûriyeyê di avakirina paşeroja Rojhilata Navîn de nîşa dide.'"
Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê, li kêleka hilcivîna NATOyê, ligel Serokê Sûriyeyê Ehmed El- Şeri’ bicive.