Rubio: Kongres ji Bo Derxistina Sûriyê ji Lîsta Piştgrîya Terorê Hat Agahdarkirin

NATO leaders' Summit in Ankara

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio şeva Çarşembî ragihand ku Serok Trump Kongres agahdar kir bi niyeta rêveberiya xwe ya ji bo derxistina Sûriyê ji lîsteya welatên piştgirîya terorê dikin.

Rubio li sere platforma Xê diyar kir ku pêvajoya rakirina navê Sûriyê ji lîsteya wlatên piştgirên terorê dest pê kiriye.

Her wiha got ku rakirina cezayan dê derî li ber bazirganî û weberhênana navdewletî veke û şansê avakirinê bide Sûriyê.

Wî ev gava Serok Trump wekî "gaveke dîrokî bi nav kir ku derfetê dide gelê Sûriyê da ku bigihîje astek bilind."