Peyva Serok Trump di Salvegera 250emîn a Serxwebûna Amerîkayê de

Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasîma "Silav ji Amerîkayê re" şeva Şemîyê li Washington DC de got, "Em ê tu carî nehêlin welatê me hilweşe."

Serok Trump pesnê "aqilmendiya" Bavên Damezrîner ên Amerîkayê da di avakirina sîstema siyasî ya Amerîkayê de, ku li ser bingeha azadî û pabendbûna bi Destûrê re ye.

Wî got, "Em Amerîkî yek gel in, di bin yek alayê de û di bin parastina Xwedayê yekane de ne."

Trump got, "Xewna Amerîka vegeriyaye û îro em bi awayekî bêhempa serdikevin."

Tevî hebûna piraniya berpirsên payebilind ên rêveberiyê, bi hezaran Amerîkî di merasîma peyva Trump de amade bûn.


Di destpêkê de biryar bû ku Donald Trump axaftina xwe demjimêr 9:30ê şevê de pêşkêş bike, lê paşê ji ber metirsiya ba û barana bihêz ji bo demjimêr 11ê şevê hat paşxistin.

Serokê Amerîkayê di dema pêşkeşkirina peyva xwe de henek kir û tekezî li ser berdewamiya pîrozbahiyan kir, wî got"bi çi awayî be emê pîrozbahîyan pêk bînin, mij got ku eger heya demjmêr 4ê sibê jî be û li hember tenê kesek hebê ezê gotarê pêşkeş bikin.".

Di Roja Serxwebûnê de li Washington a paytext germahî gihîşt nêzîkî 39 pileya Celsius û şilbûn gihîşt ji sedî 78. Piştî saet 6ê êvarê, gefa tofanê derket holê, rayedarên bajêr ferman dan welatiyan ku stadyûmê vala bikin.

Piştî ku gefa bahozê derbas bû, Saziya Xizmetên Federal li ser fermana Serok Trump saet 9:45ê parka neteweyî ji nû ve vekir.

Serok Trump û Xanima Yekem Melania Trump di dora saet 10:15ê şevê de ji Koşka Spî gihîştin Parka Neteweyî (National Mall) da ku payva xwe pêşkêş bike.

Beriya ku axaftina Serok Trump destpê bike, du stranbêjên navdar ên Amerîkî merasîma "Silav Amerîka" bi pêşkêşkirina sirûda neteweyî û stranên klasîk dest pê kirin.

America 250 Independence Day Trump

Stranbêj Lee Greenwood sirûda "God Save America" pêşkêş kir. Piştre Lee Greenwood ji Serok Trump xwest payva xwe pêşkêş bike.

Di peyva xwe de serok Trump pesna alayê Amerîka û bi dirêjî behsa çêbûn û çawanîya guhertinên di alaya Amerîkayê de kir.

Serok Trump bi giştî ser dîrok, nirx û mîrta dewleta Amerîka rawestiya û di peyva xwe de gelek cî neda siyaseta derve.