Trump bi Rojeveke Dîplomatîk Dest bi Geşta Asyayê Kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî ku ji Koşka Sipî ber bi Asyayê ve bi rê bikeve, ragihand ku dibe ew ligel Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un jî bicive, li gel hevdîtinên wî yên plankirî yên bi Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re.

Koşka Sipî li ser platforma X'ê ragihand ku Serok Donald J. Trump dest bi geşteke mezin a Asyayê kiriye, ku rawestgeha wê ya yekem Fîlîpîn e ji bo beşdarbûna di Hilcivîna ASEAN'ê de, û pişt re dê serdana bajarê Shenzhen ê Çînê bike ji bo Hilcivîna Rêberên APEC'ê. Koşka Sipî daxuyanîya xwe bi gotina "Aştî bi rêya hêzê" bi dawî kir.

Trump îro Duşemê ji rojnamevanan re got: "Em diçin Fîlîpînê ji bo civînên mezin ku bi piranî li ser aborîyê ne, lê dê gelek mijarên din jî bên gotûbêjkirin. Paşê em ê biçin Çînê û em ê ligel Serok Xi bin, ku berî mehekê li vir bû. Herwiha em ê ligel Serok Putin jî bicivin, û dibe ku em ligel Kim Jong Un jî bicivin. Ev yek dê baş be û derfeta me heye ku em gelek tiştan bi dest bixin."

Serok Trump ragihand ku ew bi niyet e di dema hevdîtina xwe ya ligel hevtayên xwe yên Çînî Xi Jinping û Rûsî Vladimir Putin li Çînê de, behsa şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê û dosyaya Îranê bike.

Trump di daxuyanîyên xwe de got: "Em ê li ser bêçekkirina navokî, Îran û Ukraynayê, û herwiha li ser aborî û bazirganîyê jî biaxivin."

Derbarê Îranê Trump got: "Em ê li ser Îranê biaxivin. Me dosyaya Îranê xistiye rewşeke gelekî baş, lê em ê hinekî li ser Îranê jî biaxivin."

Ji alîyeke din ve Serokê Amerîkayê Donald Trump pesna hewlên Misrê yên di rûbirûbûna şaxên rêxistina qedexekirî ya Biraderên Misilman de da û bi nav kirina wê wekî "rêxistineke terorîst" wekî karekî baş nirxand.

Trump di daxuyanîyên xwe de ji bo rojnamevanan got: "Dibe ku ez rêxistina Biraderêm Misilman bi hemû şaxên wê ve wekî rêxistinên terorîst bi nav bikim."

Tê zanîn ku Serokê Dîwana Koşka Sipî Stephen Miller, Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent, di vê geştê de bo Asyayê, li gel Serok Trump bin.