Welatên Misir, Urdun, Emîratên Ereb ên Yekgirtî, Qatar, Endonezya, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê, îro roja Yekşemê li ser giringîya berdewamîya rola çalak a Amerîkayê tekez kir da ku pabendbûna Îsraîlê bi Plana Berfireh û Nexşeya Rê ya girêdayî Xezayê misoger bibe, û rê li ber her astengîyeke din bigire.
Di Daxuyanîyeke hevbeş de, wezîrên derve yên van 8 welatan got ku, helwesta Îsraîlê beramberî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Xezayê de, "gefek rasteraste li ser hewldanên berfireh ên Serok Trump ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê û amadekirina şert û mercên pêwîst ji bo gihîştina bi aştîyeke mayînde."
Wan got ku Îsraîl berpirsîyar e ji astengkirina hewildanên aştîyê li Xezayê û li herêmên Filistînê, û redkirina Îsraîlê ya avakirina dewleta Filistînê jî şermezar kir.